Li Kolana Yaşar Kemal a Amedê şerê bi kêran: 2 mirî, 2 birîndar

Li Amedê di şerê bi kêran di navbera du koman de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li kolana Yaşar Kemal a navçeya navendî ya Yenîşehîrê qewimî.

Gotûbêja di navbera her du koman de ku hêj sedema wê nehatiye diyarkirin, veguherî şerê bi kêran.

Di şer de E.A.G., V.E. (22), A.P. (23) û B.E. (18) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên tenduristiyê yên lezgîn û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê V.E. û E.A.G. tevî mudaxeleyê jî jiyana xwe ji dest da. Tedawiya B.E. û A.P berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"