Li Kongoyê keştî binav bû: 60 kes canê xwe ji dest dan

Li rojavaya Komareya Demokratîk a Kongoyê keştîyeke rêwîyan di Gola Maî-Ndombe de binav bû.

Di encama binavbûna keştîyê de 60 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda bûn.

Wezîrê Alîkarên Însanî Steve Mbîkayî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Mbîkayî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di keştîya ku binav bû de 700 kes hebûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber binavbûna keştîyê de 60 kes mirin, 300 kes hatin rizgarkirin û 340 kes jî winda bûn.

Li herêmê ji bo kesên windabûyî bên dîtin xebat berdewam dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qezaya trafîkê de doktorekî jiyana xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin