Li Koreya Başûr barînên zêde: 22 mirî

Li Koreya Başûr ji ber barîna barana zêde 22 kesan canê xwe ji dest dan, 10 kesan jî winda bûn.

Li gorî medyaya welat li hinek bajaran ev bû 3 roj e baraneke tund tesîrdar e.

Di encama bûyerên lehî û hezazên ku ji ber barana zêde pêk hatine heta niha 22 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kesan birîndar bûn û 10 kesan jî winda bûn.

Li wîlayeat Gyeongsangbuk-do 16, li bajara Sejongê yek, li wîlayeta Chungcheongnam-do çar kesan û li wîlayeta Chungcheongbuk-do jî kesekî ji ber hezîna axê û hilweşînên xanîyan canê xwe ji dest dan.

Di bûyerên ku gelek kesan birîndar bûn de ji bo 10 kesên winda jî xebatên lêgerînê didomin.

Xeyn ji van agahîyan li hinek herêman jî nêzê 7 hezaran mirov hatine tehlîyekirin.

Tê îfadekirin ku hejmarê mirîyan û birîndaran dibe ku zêde bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno