Li Kosovayê 1500 kes bi jehrê ketin:Li welêt rewşa derasayî hat îlankirin

Hat ragihandin li bajara Deçana Kosovayê nêzî hezar û 500 kes ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi jehrê ketin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Şaredarîya Deçanê Bashkim Ramosaj li ser medyaya tora civakî daxuyanîyek belav kir.

Ramosaj di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li bajara Deçana Kosovayê nêzî hezar û 500 kes ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi jehrê ketin ku ji ber vê yekê alîkarîya tibbî hatiye telebkirin.

Selmon Berishayê Midûrê Navenda Hekîmtîya Malbatê ya Şaredarîya Deçanê ve jî derbarê rewşa tenduristîyê ya kesên bi jehrê ketine de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, rewşa kesên bi jehrê ketî baş e.

Tê îddîakirin welatî ji avê bi jehrê ketine.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn