Hat zanîn ku 9 hezar zarok li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya “Haydro Kîfals” ketine. Li gorî pijîşkan eger zarokên han zû bi zû neyên emeliyatkirin dê çavên wan kor bibin û hişê xwe jî ji dest bidin.
Operator û pisporê nexweşiyên mêjî dr. Salar Tehsîn ji Rûdawê re ragihand ku li Herêma Kurdistanê 9 hezar zarok bi nexweşiya “Haydro Kîfals” ketine.
Dr. Tehsîn diyar kir ku sedema yekem a vê nexweşiyê şer û pevçûnên li Iraqê ye û da zanîn ku li seranserê Iraqê zêdetirî 40 hezar kes tûşî wê nexweşiyê ketine.
Li bara pênaseya nexweşiyê de dr. Tehsîn wiha got: “Li mêjiyê mirov de curek av heye bi navê CSF. Eger ew av ji asta normal zêdetir be wê demê nexweşiya Haydro Kîfals çêdibe. Ji ber ku demarê wê avê tê girtin av li nav mêjiyê nexweş de kom dibe.”
Li gorî wî pisporî, ew nexweşî bi kişandina xortimekê (sonde) ji mêjî heta nav zikê nexweş tê dermankirin û wiha domand: “Lê şêwaza han bi yekcarî nexweşiyê çareser nake ji ber ku ev nexweşiye divê berdewam bê emeliyatkirin. Ji ber ku bi mezinbûna zarok re divê xortim jî bê dirêjkirin yan jî bê guhertin.”
Dr. Salar diyar kir ku hêzên Amerîka di dema şerê li dijî rejîma Sedam de curek teqemenî bikar anîn ku madeya “Uranyom” tê de bû, ji ber wê jî hewa Iraq û Kurdistanê bi vê madeyê lewitiye.
Li gorî agahiyên dr. Salar, di encama lêkolînekê de derketiye ku rêjeya Uranyomê li hewa Iraqê de 20 hezar car û rêjeya wê madeyê li hewa Kurdistanê de jî 3 hezar car ji rêjeya normal zêdetir e.