Li Lîbyayê 36 hezar zarok mixtacî alîkarîya bi lez in

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin li Lîbyayê 36 hezar zarok mixtacî alîkarîya bi lez in.

Di daxuyanîya ku di malpera fermî ya înternetê ya Mîsyona Lîbyayê ya NYyê hatiye weşandin de li welêt nêzî 400 kesên penaber dijîn û di nav van de 36 hezar zarok mixtacî alîkarîya bi lez in.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin 14 hezar zarokên ku nayê zanîn ji kîjan welatî hatine jî ji dê û bavên xwe dûr ketine û hewil didin bijîn. Hat ragihandin ev hejmar li gor daneyên UNICEF û IOMê hatine ragihandin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin îsal nêzî 15 hezar zarokan  bêyî malbatên xwe ji ser rêya Behra Spî derbasî Îtalyayê bûne û di dema vê derbasbûnê de 400 zarok jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin