Li Lîbyayê Facîaya Qeyîka Multeciyan

Li hêla Lîbyayê qeyîka ku multecî dibirin ğerk bû. Di hedîseyê de 224 kes wenda ne, ji bo dîtina wan xebat tên kirin.

Li hêla Lîbyayê qeyika ku multecî dibirin, ğerq bû. Berdevkê hêzên behrê yê Lîbyayê Eyyûb Qasim di beyana xwe de weha got:

“Li rojhilata Trablûsê qeyika ku 10 mîl dûrî kersaxa Tacûrayê bû û 250 penaberên Efrîkayî dibirin ğerq bû. Di qezayê de 3ê wan jinên bi hemle 26 kes hatin rizgarkirin, 224 kes jî winda ne. Ji bo dîtina kesên wenda xebat dewam dikin.

Rayedar li ser îhtîmala ku qeyik ji ber barkirina zêde ğerq bûye disekinin. Her wiha hat gotin ku qeyik multeciyên Efrîkayê yên dixwestin di ser Lîbyayê re derbasî Ewrûpayê bibin dibir.

Koçberên Efrîkayê bi salan e ku bi qeyikên besît û kevn guzergeha Lîbyayê bi kar tînin û hewla ku derbasî Îtalyayê bibin didin. Hikûmeta Îtalyayê da zanîn ku di sala 2014an de zêdetirî 100 hezar multecî gihaştine rexê Îtalyayê. Di meha tebaxê de jî di qezayeke bi vî rengî de, zêdetirî 100 koçberên Efrîkayê can dabûn.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar