Li Lîcê 10 ton amonyum nîtrat hat bidestxistin

DİYARBEKİR - Li navçeya Lîceya Diyarbekirê di bergeha operasyonên ku li PKK hatin kirin de 10 ton amonyum nîtrat, mihîmat û gelek teqemenî hatin bidestxistin.

Li navçeya Lîceya Diyarbekirê di derdora Gundê Cinezurê de operasyon li dijî PKKê hat kirin. Di encama operasyonê de 10 ton amonyum nîtrat, mihîmat û gelek teqemenî hatin bidestxistin.

Ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di encama operasyonên ku li dijî PKKê hatiye kirin de di nav 177 telîsan de bi tevahî 8 hezar û 850 kîlo amonyum nîtrat di derdora Gundê Saglikê hatiye bi destxisitin. Her wiha di 2 noqteyên ji hev cuda de jî di 23 telîsan de ji bo ku wek teqemenî were bikaranîn 1 ton û 150 kg amonyum nîtrat hatiye bidestxistin.

Ji xeynî vê yekê hat diyarkirin ku di 4 qadên ji hev cuda de 300 kg amonyum nîtrat hatiye bidestxistin.

Hat ragihandin ku ev mekanîzma bi telîmata Serdozgeriya Komarî hatiye îmhakirin. (ÎLKHA)



 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin