Li Licê Mayin Teqiya

Li Licêya navçeya Diyarbekir, di heyama derbasbûna konvoya eskeriyê de, mayin teqiya. Di hadîsa teqînê de 4 esker sivik birîndar bûn.

Li Licêya navçeya Diyarbekir, di heyama derbasbûna konvoya eskeriyê de, mayin teqiya. Di hadîsa teqînê de 4 esker sivik birîndar bûn.

Li gor beyana waliyê Diyarbekir Mustafa Toprak, li 5 kîlometre nêzî Licê, di saet 8ê êvarê de, gava konvoya eskeriyê derbas dibe, mayin diteqe. Di hadîseyê de wesaîta qobraya zirxî, xisarê dibîne. 4 esker jî sivik birîndar dibin. Eskerên birîndar radikin nexweşxana dewletê ya Diyarbekir. Li ser hadîseyê lêpirsîn û lêkolîn dest pê kir.

Li aliyê din wesaîta ku ji Sîwasê mehkûm dibirin Tekîrdağê, li dora navçeya Yildizeliyê, ji ber cemed û qeşayê qulibî. 28 mehkûm û eskerên di wesaîtê de birîndar bûn. Li ser hadîseyê ambulans sewkî herêmê bûn. 12 birîndar rakirin nexweşxana Nimûneya Sîwasê. Digel şofêrê ku rewşa wî giran e 15 mehkûm jî, rakirin nexweşxana fakulteya Cimhûriyetê. Li ser hadîseyê lêpirsîn dest pê kir.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin