Hat ragihandin ji ber ku li çoltera gunde Sîsêya Lîceyê komek PKKyî hatiye tespîtkirin operasyona hewayî hat destpêkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin li heremê têketin û derketin hatine qedexekirin û kesên PKKyî ji bona kesên siwîl ji wan re bibin mertalê zindî wan sewqî heremê dikin.
Hat hînbûn kesên PKKyî ji operasyona hewayî ya yekemîn bi saxî xelas bûne û reviyane nava daristanê.Ji ber vê yekê operasyona hewayî ya duyemîn li dijî kesên PKKyî hatiye kirin.
Hêj nayê zanîn di operasyonê de mirî yan birîndar hene yan tune ne.(ÎLKHA)