Li Londrayê êrîş: 9 mirî

Li Londraya paytexta Îngîltereyê li ser Pira Londrayê mîdîbusek li ser payerêyan de ajotû dû re kesên êrîşkarbi kêran êrîşî kesên derdorê kirin. Di êrîşê de 3 jê êrîşkar tev de 9 kes mirin.

Hat îddîakirin li Londraya paytexta Îngîltereyê li ser Pira Londrayê ajokarê mîdîbusekê li ser payerêyan de ajot  û dû re kesên êrîşkar ên di mîdîbusê de  bi kêran êrîşî kesên derdorê kirin. Di êrîşê de 3 jê êrîşkar tev de 9 kes mirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer doh êvarî di derdora seat 22.00an de li ser Pira Londrayê qewimî. Hat îddîakirin ajokarê mîdîbusekê li ser pirê li ser payerêyan de ajot û dû re 3 kesên ku di mîdîbusê de bûn bi kêran êrîşî kesên derdorê kirin.

Di êrîşa ku hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin 3 kesên êrîşkar jî hatine kuştin.

Polêsê Londrayê destnîşan kir 20 kes jî li nexweşxaneyên cûrbecûr tên tedawîkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin