Li Maliyê Înfazên Bêqanûnî Tên Kirin

Piştî yekîtiya Ewrûpayê, teşkîlata şopandina heqên însanan ya ku merkeza wê li New Yorkê ye jî, beyan kir ku ordiya Malî ya ku tevlî îşgalkerê Fransa bûye, li deverên ku bi dest dixe, înfazên bêqanûnî rast dike.

Piştî yekîtiya Ewrûpayê, teşkîlata şopandina heqên însanan ya ku merkeza wê li New Yorkê ye jî, beyan kir ku ordiya Malî ya ku tevlî îşgalkerê Fransa bûye, li deverên ku bi dest dixe, înfazên bêqanûnî rast dike. Teşkîlata han da zanîn ku, ji ber sebebên etnîkî û heyfê, van înfazan pêk tîne.

Li gor raporê tê gotin ku, di 10ê çileyê de li bajarê Sevarê, di depokeke ordiya Malî de, bi kêmanî 10 kes ji teref eskerên Malî ve hatine qetil kirin. Eskeran wan dane ber gulleyan. Dîsa li nava welêt, bi kêmanî 20 kes piştî ku hatine înfaz kirin, wan avêtine bîran.

Teşkîlata şopandina heqên însana, gazî teşkîlata dewletên yekbûyî kir ku, înfazên bêqanûnî bisekinîne, û jê xwest ku çavdêran bişîne herêma ku operasyon lê tê kirin.

Her wiha serekê komela heqên însanan ya Malî Mûxtar Marîko jî da zanîn ku, ordiya Malî li deverên ku bi dest dixe, înfazên der qanûnî rast dike.

Wekî tê zanîn bi hewl û zordayîna îşgalkerê Fransa û hinek welatên din, konseya ewlehiya dewletên yekbûyî, qirara mudaxeleya eskerî ya li Maliyê da bû, Emrîka û Ewrûpa jî, desteka lojîstîk û îstîxbarat û naqliyê dabûnê. Fransayê di 12ê Çileyê de Malî îşgal kiribû.

Hereketên Îslamî yên li Malî Ensaruddîn, Tewhîd û Cîhad û El Qaîde, dixwazin ku li Malî şerîeta Îslamê hakim bibe.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar