Li Medresa oxînê kêfxweşiya îcazetê

Lı medreseya oxînê ya dîrokî ya lı beldeya modkîya navçeya Bedlîsê, 63 alım bı merasîm îcazeta xwe ya îlmên îslamî wergırtın.

Li Oxîna beldeya Modkîya navçeya Bedlîsê, kêfxweşiya merasîma îcazetê hebû. Merasîm li Medreseya Oxînê ya dîrokî hat lidarxistin. 63 alimên ku îlmên xwe yên Îslamî yên rêzê qedandin, bi merasîm îcazetên xwe wergirtin.

Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Xeberdana destpêkê ji aliyê Şêx Fethûllah Ayeteyê muderrîsê medreseyê û ji şêxên herêmê ve hat kirin.

Miftiyê Bedlîsê Ebdulkerîm Akbaba jî xeberdaneke kin kir û da zanîn ku wê di demeke kin de, digel rayedarên Diyanetê bi muderrîs û telebeyên medresê re bên cem hev.

Di merasîmê de muderrîsên ku îcazet dan, nav û kunyeyên alimên ku îcazet stendine xwendin. Bi tekbîr û selewatan îcazet hatin dayîn û yek bi yek ji wan re muweffaqiyet hat xwestin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"