Li Mehkûmên Efğanî Îşkence Tên Kirin

Li Efğanîstanê qetlîam û kuştinên Nato û Emrîkayê nebes, îja îşkence û te’deyê wan jî derketin holê.

Li Efğanîstanê qetlîam û kuştinên Nato û Emrîkayê nebes, îja îşkence û te’deyê wan jî derketin holê. Îşkence bi wezîfedarên îdara dewletê, û bi dizî li deverên veşartî tên kirin. Li gor rapora teşkîlata dewletên Yekbûyî, di hepsên cûrecûr de, li mehkûman gelek îşkence tên kirin. Tê diyar kirin ku mehkûm bi destê xwe ji jor ve tên aliqandin, bi têl û daran lêdanê dibînin, şoqa elektrîkê didin wan, li awretên wan te’de dikin û wan bi kuştinê tehdît dikin.

Di raporê de tê gotin ku, bi 635 mehkûman re hevdîtin pêk hatiye û zêdetirî nîva wan beyan dikin ku marûzî îşkenceyan bûne. Hat gotin ku êv hejmar, bi ya 2011ê re hema hema wek hev e.

Di raporê de tê beyankirin ku, îdara Hikûmeta Efganê, ğeyreta veşartina îşkenceyan dike, der heqê sîtemkar û te’dekaran de, tu lêpirsînê venake. Vê heyeta ku raporê amade kirine, hinek agahiyên saxlem girtine ku, mehkûm ji çavdêrên navnetewî û ji bînayên serek yên ku lê lîkolîn dibe dûr, li derên dizî tên îşkence kirin. Çavdêr beyan dikin ku, di qereqolan de hejmara girtiyan daîm zêde dibin. Nexasim li Qandeharê, wezîfedar ji bo li mehkûman îşkence bikin, deverên ğeyrî resmî bikar tînin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar