Li Meksîkayê otobus qeza kir: 18 mirî, 33 birîndar

Li Nayarita eyaleta Meksîkayê di qezaya ku pêk hat de otobusa rêwiyan gindirî şarampolê. Di encama qezayê de 18 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Compustela yê eyaleta Nayarit a Meksîkayê otobusa rêwiyan a ku tûrîst tê de bûn, gindirî şarampolê.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Ewlekariya Welatiyan a Eyaleta Nayarit ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di qezayê de 18 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Nayarit Miguel Angel Navarro ragihand ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gor tespîtên ewil, hat qeydkirin ku qeza ji ber sedemeke teknîkî pêk hatiye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?