Qeza, derdora saet 07:30an de li çarrêya Arganê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 06 EAH 755 ku R.O. diajot, li wesayîta bi plaqeya 44 AG 165 ku M.K. diajot qelibî.
Di qezayê de, şofêrê wesayîta bi plaqeya 44 AG 165 M.K. bi giranî birîndar bû û Û.D. û H.O. yên ku di heman wesayîtê de bûn, û R.O.yê şofêrê wesayîta bi plaqeya 06 EAH 755 û S.O. û H.O. yên ku di wê wesayîtê de bûn, birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês hatin sewqkirin.
Piştî midexeleyên ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)