Li Meletîyê helîkopter qeza kir: 4 mirî

Doh êvarê li navçeya Yeşîlyura Meletîyê helîkopterek leşkerî qeza kir û di encamê de 4 leşker canê xwe ji dest dan.

Li Taxa Samankoya navçeya Yeşîlyurt a Meletîyê doh di saet 18ç40an de helîkoptereke leşkerî ya ji tîpa S-70 Sikorsky qirm ket û qeza kir.

Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku nasnameya leşkerên ku canê xwe ji dest dane jî hatîye diyarkirin.

Nasnameya leşkerên ku canê xwe ji dest dane Balafirvanê Bejahî Bînbaşî Erdem Çîmen, Balafirvanê Bejahî Bînbaşî Orhun Pinar, Astsûbay Huseyîn Zehîr û Astsûbay Serkan Onder in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Divê em rê nedin ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê bikevin talûkeyê
Ji bo vegerê bang li YNKê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bi hev re civîyan
Weqfa Evîndarên Pêxember banga Xezzeyê kir
Karwana Hêvîyê bi "Marketa Civakî" kêfa feqîran anît