Karwana Hêvîyê bi "Marketa Civakî" kêfa feqîran anît

Karwana Hêvîyê bi "Marketa Civakî" kêfa feqîran anît

Karwana Hêvîyê ya Rihayê bê navber xebatên xwe yên alîkariyê ji bo malbatên bê dê û bav û bêkes didomîne. Di marketa civakî de, di meha Mijdarê de gelek malbat karîn bi awayekî azad hewcedariyên xwe bi cih bînin.

Di çarçoveya bernameyên alîkariya marketa civakî de ku her meh ji hêla Karwan hêvîyê ya Rihayê ve têne organîzekirin, malbatên bê dê û bav û hejar di Mijdarê de jî nehatin jibîrkirin.

Li marketa civakî, ku refik bi bexşên xêrxwazan tijî bûn, malbatan bi azadî tiştên ku hewce dikirin ji xwarin, pêdiviyên paqijiyê, kelûpelên taştê û kelûpelên nivîsgehê hilbijartin.

Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Rihayê Mahmut Çelîk, derbarê alîkariya ku di meha Mijdarê de hatiye dayîn de daxuyanî da û got, "Wekî her meh, em di meha Mijdarê de jî kêfxweşiya gihîştina malbatên bêzar û feqîr dijîn. Bi piştgiriya xêrxwazên xwe, me refên marketa xwe ya civakî tijî kirin û ji bo malbatên xwe peyda kirin. Malbatên ku tên marketa me dikarin li gorî tercîhên xwe hilberên ku hewce dikin, ji xwarin û pêdiviyên paqijiyê bigire heya kelûpelên taştê û kaxezan hilbijêrin. Em di navbera xêrxwaz û malbatên xwe yên feqîr de wekî pirek berdewam dikin. Me amadekariyên marketa xwe ji berê ve temam kirin. Malbatên me ew ê îro û sibê bikaribin werin û hewcedariyên xwe bicîh bînin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.