Li Meletîyê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: 2 jê giran 22 birîndar

Li navçeya Akçadaga Meletîyê şofêrê otobûsa rêwîyan hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otobûs gêrê şerempolê bû. Di encama qezayê de 2 jê giran 22 kes birîndar bûn.

Qeza, di seat 05.30yan de li alîyê Taxa Doganlarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn, otobûseke rêwîyan ya ku di bin îdareya Ş.Ç. de bû û sefera Bodrum-Wanê dikir, ji Qeyserîyê dema derbasê Meletîyê dibû ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 2 jê giran 21 rêwî û muawînê otobûsê birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, îtfaîye û AFADê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno