Li Mêrdînê 80 koçberên neqanûnî yên di tirê de bûn hatin girtin

Li navçeya Mîdyada Mêrdînê, di tirekî de ku hate rawestandin, 80 koçberên bêdestûr ên welatiyên Efxanî hatin dîtin û şikdarekî qaçaxçîtiya koçberan hate girtin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Deriyên Sînor û Qaçaxçîtiyê ya Dijî Koçberan di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî koçberiya bêserûber de, li Midyadê tirekî rawestandin.

Di dema kontrolkirina tirê de, 80 koçberên neqanûnî yên hemwelatiyê Efxanistanê hatin dîtin.

Kesekî ku bi bûyerê re têkildar bû, organîzatorekî qaçaxçîtiya koçberan jî hat girtin.

Piştî prosedurên li qereqola polêsan, şikdar sewqî rayedarên dadwerî hat kirin û piştî ku derket pêşberî dadgehê, hat girtin û şandin girtîgehê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Sason de şewatê axure de 110 bizî telef bîyî
Daxuyaniya Nexweşxaneyê
Divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê
Cihê tirbên mîran tê parastin
Ew ê bi diyaloga neteweyî were çareserkirin