Li Mêrdînê bi sedan kes ji bo şehîdên Filistînî nimêja cenazeyê kirin

Piştî nimêjê ya ku hat edakirin re li Mêrdînê bi sedan Misliman li hev kom bûn û ji bo Mislimanên Filistînî yên ku ji teref rejîma îşxalker û terorîst ve hatin şehîdkirin nimêja cenazê eda kirin.

Nêzî hezar kes li Mizgefta Şakîr Nuhoglu ya li Artukluya Mêrdînê ye civîyan û ji siyonistên terorîst û îşxalker re bertek nîşan dan.

Piştî berteka ku hat nîşandan re ji bo Mislimanên Filistînî yên ku ji teref rejîma îşxalker û terorîst ve hatin şehîdkirin nimêja cenazê eda kirin. Nimêja cenazê ji teref Miftîyê Bajêra Mêrdînê Alî Hayrî Çelîk ve hat edakirin.

Piştî nimêja ku hat edakirin re ji bo Filistînîyan dia hat kirin û îşxalkerên terorîst hatin tel’înkirin.

Serokê Bajêra Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk, Serokê Bajêra Mêrdînê yê AK Partîyê Faruk Kiliç û gelek temsîlkarên sazîyan beşdarî merasîmê bûn.






































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe