Çalakîyên girtîna rê yên ji bo qutbûna ceyranê, li Qoser û Dêrika nevçeyên Mêrdînê ket roja 3an.
Bi sedan cotkar destek dan çalakîya ku vê sibê hat rastkirin. Cotkaran bi keviran rê girtin û car car di navbêra wan û polêsan de rageşî qewimî. Polês bi bombên gazê mudaxela cotkarên ku li ser rêya Qoserê li nêzî firogeha Merdînê bi keviran rê girtine kir. Di mudaxeleyê de 2 çalakvanên ku nasnama wan nehat dîyarkirin birîndar bûn.
Ji ber çalakîyê bi kilometreyan rêza wesaîta çê bû.
Li alîyê din cokarên ku tevlî çalakîyê bûn, ji Ajansa Îlkeyê re xeber dan. Cotkaran îfade kir ku ji ber qutbûna ceyranê, nikarin zevîyên xwe av bidin, ji ber vê hişk dibin û kes bi derdê wan re ‘eleqedar nabe.
Çınarın Sesi