Li Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn: 2 jê giran 5 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê qamyonet û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatê 13.30yan de li ser rêya Xursa navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 47 ABB 349 a ku di bin îdareya Şukru Ornek de bû bi qamoyoneta bi plaqeya 47 DL 483 ya ku di bin îdareya Ramazan Ari de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de yek jê pîrek 4 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno