Li Mêrdînê operasyona tiryakê: 24 binçavî

Di operasyonên tiryakê yên ku Mêrdîn wek navend li 7 bajêran hatin kirin de 54 kîlo esrar hat bidestxistin û 24 kes jî hatin binçavkirin. Ji 24 kesên kusewqî edliyê hatin kirin 15 kes hatin girtin.

Li Mêrdînê operasyona tiryakê hat lidarxistin.Di serdegirtinên ku li 7 bajêran di heman wextî li 8 adresên cuda hatin kirin de 54 kîlo esrar hat bidestxistin. Di operasyonê de 24 kes hatin binçavkirin. Ji 24 kesên ku  sewqî edliyê hatin kirin 15 kes hatin girtin û hatin şandin girtîgehê.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, Midûrtiya Ewlehîyê ya Mêrdînê li dijî tiryakfiroşên ku piştgiriya PKKê ya maddî dikin operasyon da destpêkirin. Di operasyona ku li 7 bajarên cuda hat lidarxistin de 54 kîlo û 35 gram esrar û 8 demançeyên bê rûxset hat bidestxistin. Di encama operasyonan de 24 kes hatin binçavkirin.

Gumanbarên ku hatin anîn Mêrdînê piştî muameleyên li ewlehiyê sewqî edliyê hatin kirin. Ji  gumanbarên ku îfade dan dozgerê komarê yê ku lêpirsînê birêve dibir tev de 9 kes hatin berdan û 15 kes jî bi teleba girtinê sewqî mehkemê hatin kirin.

Gumanbarên ku derketin pêşberî hakim hatin girtin û hatin şandin Girtîgeha Girtî ya  Tîpa Eyê ya Mêrdînê.(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin