Li Artukluya navçeya Mêrdînê qezayeke dilşewat û elemnak pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li ser 5emîn kîlometreya Rêbeja Mêrdîn-Qoserê şifera mîksera betonê yê bi plaqaya 47 DS 229 ji ber sedemeka ku hêj nayê zanîn hakimiyeta dîreksiyonê winda kir û derbasî şerîda hember bû û li otomobîla 06 DS 0076 qelibî.
Ji ber qezaya ku pêk hat gelek ekîbên polêsan û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama qezaya ku pêk hat de zarokê 3 salî yê bi navê Omer Deger û diya wî ya 30 salî jiyana xwe ji dest dan û tev de 13 kesên bçi navê Şeyhmus Yilmaz (21), Betul Yilmaz (20), Burhan Şîmdî (25), Suphan Çelîk (26), Berfîn Yilmaz (11), Fevziye Yilmaz (37) Fîlîz Yakak (35) Gulistan Bozdemîr (19), Ridvan Aşar Huseyîn Oter (25) Abdurrahîm Oktan (17), Gulnaz Yakak (22) û Hidir Meral birîndar bûn.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)