Li Mêrdînê qeza: 2 mirî 4 birîndar

Li navçeya Artukluya Mêrdînê di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Ajokerê qamyonê jî bi derbkirina xizmên birîndaran wefat kir.

Qeza li Gundê Şeqlan a ser bi Îpekyoluya navçeya Artukluyê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kamyona li ser Îpekyoluyê ji paş ve li pîkapekî qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de jina bi navê Salîha S. ya ku di qasa pîkapê de bû canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat îddiakirin ku xizmên kesên ku di qezayê de birîndar bûne dema ku hatine cihê bûyerê hewl dane ku li ajokarê kamyonê bixin.

Li gorî tespîtên ewil ajokarê kamyonê ji ber ku bi giranî birîndar bû ji Dîyarbekirê sewqî Xerpêtê hat kirin.

Ajokerê qamyonê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"