Li Mêrdînê qeza: 3 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê 2 erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Qeza di derdorê seat 00.00an de li têketina navçeya Qoserê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 47 PR 564 yê ku nasnameyê şofêrê wê hêj nehat hînbûn û erebeya bi plaqeya 09 JD 897 li hev qelibîn.

Di encama qezayê de erebaya 09 JD 897 li ser kêlekê qulipî û di her du erebeyan de jî xesar pêk hat.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê û îtfaîye hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn