Li Mêrdînê qezaya trafîkê: Birîndarek

Li navçeya Qosera Mêrdînê wesayîtek ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li dîrega betonê qelibî, kesekî birîndar bû.

Bûyer, li ber Lîseya Meslek a Qîzan ku li Ceddeya Menderesa Taxa Tepebaşîya Qoserê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di seatên êvarê de wesayîta ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li dîrega ceryanê qelibî.

Di encama qezayê de pêşîya wesayîtê bû wek xwelîyê û şofêrê wesayîtê jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Şofêrê birîndar ji nexwşxaneyê re hat rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno