Li Mêrdînê qezaya trafîkê: Yek jê giran 10 birîndar

Li Çarrêya sêrêka Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn, yek jê giran 10 kesan birîndar bûn.

Qeza, di derdorê seat 18.30yan de li Çarrêya sêrêka Qoser-Nisêbînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya trafîkê a ku du wesayît li hev qelbîn pêk hat de yek jê zarok, 10 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê gelek ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê, zaroka qîzik a 8 salî ku ji ber sedema qezayê di wesayîtê de asê mabû xelas kir.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin