Li Mêrdînê serwîsa xwendekaran qelibî: 15 birîndar

Di encama qelibîna serwîsa karkeran a ji ber şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir de 15 kesan birîndar bûn.

Qeza, di navbera gundên Şurê û Xirbê Kermîta Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa xwendekaran, ji ber şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de hinekên wan giran Baran Ozdemîr, Akin Ozdemîr, Muhammed Ozdemîr, Muhammed Bulut, Gîzem Demîrtaş, Harun Ozen, Seda Adibellî, Esmanur Karadaş, Îrfan Kaya, Ramazan Erdem, Berat Guner, Hamza Ozen, Elîf Oral, Beytullah Doğan û Hasan Yılmaz birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û ambûlans hatin sewqkirin, mirovên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye