Li Mêrdînê tir ji rê derket

Tira ku li ser rêya Mêrdîn-Wêranşarê ji rê derket, şofêrê wê birîndar bû.

Qeza, li derdorê gundê Anita ku li ser rêya Mêrdîn-Wêranşara Rihayê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira ku hêj navê şofêrê wî û plaqeya wî nehatîye hînbûn dema ku li ser rêya gundê Anitê diçe şofêrê tirê hakimîyeta dîreksîyonê winda dike û diqelibe.

Piştî qezayê şofêrê tirê bi îmkanên xwe ji nav tirê derdikeve û piştî midexeleya ewil a ekîbên tenduristîyê ji nexweşxaneyê re tê sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?