Li Mêrsînê êrîşa faşîst li malbata Kurd a Hewlêrî hat kirin

Hat ragihandin malbata Kurd a ku ji Hewlêrê hatibû li Mêrsînê li rasta êrîşê faşîstan hat.

Di encama êrîşa ku hat kirin de ji heman malbatê 2 kes giran birîndar bûn.

Li gorî xebera Rûdawê kesê şahid ê bi navê Cîhan Kutluk bûyera ku pêk hatiye wisa ragihand: “Ez ji Edenê ber bi Entalyayê ve diçûm. Dema ku ez gihaştim fitloneka li navçeya  Bozyaziyê min dît ku wesayîtek pêşîya wê hatiye birîndar û malbatek ji teref 4 kesan ve tê darbkirin. Kesên êrîşkar bi keviran êrîşî zarok û sermîyanê malê dikirin û bi keviran li serê wan didan. Zilam bêhiş ket û ket kevîya rê. Kesên êrîşkar hewl dan wî bavêjin newalê.”

Li gor zabitnamaya ku ji teref cendirmeyan ve hat girtin kesên êrîşkar çêran û heqaretan li Kurd û Ereban kirin û dû re ji herêmê dûr ketin.






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe