Li Midyadê PKKyîyan êrîşî Qeraqola Cendirmeyan kirin: 1 esker birîndar

Li navçeya Midyada Mêrdînê PKKyîyan êrîşî Qeraqola Cendirmeyan ya Botaşê kirin.Di êrîşê de eskerek birîndar bû.

Komek PKKyî êrîşî Qeroqola Cendirmeyan ya Botaşê ya ku li gundê Anhilê xeta borîya nefte diparstin kirin. Ji ber êrîşa çekdarî ya ku hat kirin di navbera PKKyîyan û eskeran de şer derket.

Şer nêzî 20 deqîqeya berdewam kir.Di encama şerê ku derket de eskerek sivik birîndar bû.Piştî êrîşa ku hat kirin PKKyîyan ji cihê bûyerê revîyan.

Eskerê ku birîndar bûbû di ambûlansa ku hatibû qeraqolê de hat tedawîkirin.

Hat hînbûn piştî êrîşê li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar