Li Misirê 4 ciwan hatin îdamkirin

Li Misirê bi qerara mehkemeya leşkerî 4 ciwan hatin îdamkirin.

4 ciwanên Misirî yên ku ji ber bûyerên ku di sala 2015an de li Kefr eş-Şeyh derketibûn dihatin darizandin û berî niha derheqê wan de ji teref mehkemeya leşkerî ve qerara îdamê hatibû dayîn li Girtîgeha Burc el-Arab hatin îdamkirin.

Hat hînbûn navên ciwanên ku hatine îdamkirin Ahmed Abdulhadî es-Suheymî (29),  Ahmed Abdulmun'îm Seleme (42), Samî Abdullah Yusuf (32) û Lutfî Îbrahîm Îsmaîl (25) e.

Usame Beyûmîyê parêzerê ciwanên ku hatin îdamkirin derbarê mijarê de diyar kir  digel ku ew belgeyeke ku bêsûcbûna ciwana îspat dike dabe serdozger û wezareta karên hundir û ji wan xwestibe demildest îdaman bidin sekinand jî tu kesî van daxwaz û delîlan li ber çavan negirtiye û serê xwe pê neêşandine û ciwanan îdam kirine.

Digel îdamên ku doh hatin kirin hejmara kesên ku di heyama Abdulfettah es-Sîsî hatine îdamkirin derket 26an.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin