Li Misirê Gava “Komîteyên Gel”

Li Misrê partiya siyasî a Cema’eta Îslamî, Partiya Avakirin û Pêşketinê, ji bo ku li kolanên Misirê ewlehî bê bidestxistin, teklîfa ku amade kiribûn pêşkêşî parlementoyê kirin.

Li Misrê partiya siyasî a Cema’eta Îslamî, Partiya Avakirin û Pêşketinê, ji bo ku li kolanên Misirê ewlehî bê bidestxistin, teklîfa ku amade kiribûn pêşkêşî parlementoyê kirin.

Şêwirmendê  Partiyê Xalid Eş Şerîf, di civîna medyayî de go: “Li hember tiştên li kolanên Misirê diqewimin du rê li pêşiya wan hene. An wê li kolanan kaos dewam bike an jî wê artêşa Misir mudaxele bike û protestovanan ji kolana dûr bike. Kesên ku dixwazin ewlehî û îstîqrara Misirê xira bikin hene. Me jî serê xwe li ser vê yekê êşande û ji bo ku destekê bidin polîsa me teklîfa sazkirina Komîteyên Gel li parlementoyê kir.”

Cema’eta Îslamî, çend roj berê li Bajarê Asyûtê ji bo kontrola meşa trafîkê û destek dayîna polîsan endamên xwe yên cilê wan kes li kolanan wezîfedar kiribû.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin