Li Misrê li ber serekcimhûr Muhammed Mursî, komployek navnetewî tê rast kirin. Kesên naxwazin musluman bibin îktîdar, welêt tevlîhev dikin.
Do li dora qesra serekcimhûrtiyê, di navbera alîgir û mûxalîfên Mursî de, bi kevir û molotofan pevçûn qewimî. Di hadîseyan de 4 kes can dan. Berdevkê wezareta sihhetê diyar kir ku, kesên birîndar zêdetirî 210an e. Hat gotin ku ji ber hadîseyan, 4 şêwirmendê Muhammed Mûrsî îstîfa kirine.
Mûxalîf li gelek deveran, buroyên Îxwan û partiya hurriyet û edaletê, ji xwe re dikin hedef. Agir bera buraya partiya han ya li bajarê Zekazîkê dan. Li Îsmailiyê jî, merkezeke Îxwan şewitî.
Li Qahîreyê li dora qesra serekcimhûrtiyê, protestoyên muxalîfan dewam dikin. Piştevan û aligirên Mûrsî û Îxwan û ehlê Îslamê jî, îfade kiribûn ku wê ji van protestoyan re, bêdeng nemînin û derkevin meydanan. www.bangaheq.net