Li Misrê Êrîş

16 Esker Hatin Kuştin

Xeberan diyar kir ku li Sînaya Misrê, li yekîneyên eskeriyê yên sînor êrîş hat kirin. Êrîş li herêma Refahê, li sînorê Misr û Îsraîl û Ğezzeyê, ji teref grûbeke kesên nenas ve, hat kirin. Di êrîşê de 17 eskerên ku li herêma Azadî û Kerem Ebû Salîm wezîfedarbûn, hatin kuştin. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxanên li Refah û Arîşê.

Piştî êrîşê, serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, konseya bilind ya eskeriyê biacîl gazî civînê kir. Hat gotin ku ji ber êrîşê, Îsraîl esker teqwiyeyî sînor kiriye û deriyê Kerem Ebû Salîm girtiye. Hamas jî tunelên xwe girtine.

Der barê êrîşê de Muhammed Mûrsî emir da ku êrîşker bên girtin. Mûrsî di xeberdana xwe de wiha got “Kê vê êrîşê kiribin, ewê li wan giran bibe mal. Ewê hîsabê wê bidin. Xwîna şehîda beyhûde naçe. Heta êrîşker bên ceza kirin, em dev ji meselê bernadin.”

Li aliyê din berdevkê hikûmeta Filîstînê Tahîr en Nûnû, êrîşê şermezarkir. Tahîr en Nûnû ji merkeza Enformasyona Filîstînê re beyana xisûsî da û ji ber êrîşê, ji serekcimhûr û ordî û milletê Misrê re û malbatên eskerên kuştî re sersaxî xwest.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be