Li Ğerbîyyeya bajarê Delta Nîlê ya li bakûrê Misrê, êrîşeke bombeyî hat rastkirin.
Wekîlê wezîrê tendurustîyê Mûhammed Şerşer, li ser malpera înternetê beyanatek weşand. Di beyanatêde hat îfadekirin ku êrîş li ser rêya Şukru El-Kûvvetê, li nêzîkê Bankayekê hat rastkirin.
Di encama êrîşêde polêsekî 46 salîyê bi navê Mûstafa Ahmed Abdûh can da, 12 kesjî birîndar bûn.
Li seranserê Misrê protestoyên li dijî darbeyê didomin.
Li Talîbîya semta Gîzayê, cûntaya êskerî hat protestokirin û sloganên li dijî darbeyê hatin avêtin.
Li seranserên Misrê bi li gazîya Hereketa Îttîfaqa Mîllî ya ku darbeyê red dike u destekê dide meşûîyetê, her hefte protestoyên li dijî cûntaya ‘eskerî tên li darxistin.
BANGAHEQ