Li Misrê Ezher Ğeyrata Bidawîkirina Şîddetê Dike

Li Misrê çeteya fîtneyê rehet nasekine. Pirê wan dilxwazê Husnu Mubareka sernixunbûyî ne û li hundir û dervê welat dixebitin.

 Li Misrê çeteya fîtneyê rehet nasekine. Pirê wan dilxwazê Husnu Mubareka sernixunbûyî ne û li hundir û dervê welat dixebitin. Li ser îlankirina rewşa neasayî ya li bajarên Port Seîd, Suweyş û Îsmaîliyê, bi polîs re pevçûn pêk anîn.

Vê çeta fîtnê, beriya qirara 21 îdaman, xwestibûn di salvegera şoreşa Misrê de, hadîseyan biqewimînin û welet têxin bin qaosê da ku, tesîr û giraniya Îxwanul Muslîmîn nemîne. Lê negihaştibûn miradê xwe. Niha jî van îdaman dikin hincet û behane, li çend bajaran pevçûnan pêk tînin.

Serekomar Muhammed Mûrsî, ji bo avakirina îstîkrara welêt, û hemî partî û aliyên siyasî bîne ba hev, komîteya diyaloga mîllî saz kir. Lê vê çeteya fîtnê, naxwaze tevlî diyalogê bibe. Çav li benda hilbijartina meclîsê ya ku, wê di meha Nîsanê de bê kirin e. Tê gotin ku ji ber alozî û tevlîheviyan, li welêt bêkarî û bihayên tiştan jî zêde dibin. Ekonomî zirar dibîne.

Li aliyê din Ezher, ji bo bidawîbûna şîddeta li welêt, dest bi tevgeran kir. Bi teşebbusên Ezherê peymanek hat mohr kirin. Partiyên siyasî û temsîlkar û nûnerên dêran, vê peymanê îmze kirin. Di peymanê de hadîseyê şîddetê, rijandina xwîn û aktîvîteyên xerab tên şermezarkirin. Her wiha tê gotin ku, divê li mal û mulkên xisûsî û qamûyê rêz bê girtin. Divê telebên siyasî, bi riyên aştiyane bêne ziman û di îxtîlafan de uslûbên diyalogê bên bikaranîn. Parastina hemî saziyên dewletê, mesûliyeta hevbeş ya xelk, muxalefet û hikûmetê ye.

Li Misrê di hadîseyan de heta niha, zêdetirî 50 kesî can dane, hezar kes jî brîndar bûne.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar