Doh li bakûrê herêma Sînayê li Mizgefta Rawza ya bajarê Arîşa Misrê ji teref DAÎŞê ve êrîşa bombeyî û bi çek hat kirin.
Wekîlê Serdozgerê Misrê Nebîl Sadiq derbarê êrîşê de beyanat da û îfade kir ku êrîş ji teref 25-30 endamên DAIŞê ve hatiye kirin û cemaeta camiyê hatiye gulebarankirin.
Sadik destnîşan kir ku piştî di mizgeftê de bombe teqandin li ser kesên derketin ber derî de gule reşandin.
Êrişkeran bi cîbên 4x4 cemaeta mizgeftê gulebaran kir. Di encama êrîşê de jê 27 zarok bi tevahî 305 kes şehîd bûn û 128 kes jî birîndar bûn.
Li giştiyê Misrê 3 roj şîn hat îlan kirin.
ÎLKHA