Li Misrê Protestoyên Li Ber Derbeyê

Li gelek bajarên Misrê, pey nimêja înê li ber zalimê Sîsî û îdara cûntayê protesto hatin rastkirin.

Li gelek bajarên Misrê li ber derbeyê protesto hatin rastkirin û pey nimêja înê dewam kirin.

Li ser gaziya Hereketa Îttîfaka Mîllî ya ku derbeyê red dike û destekê dide meşrûiyetê, protestoyên bi navê “Destpêkirina Pêla Nû ya Şoreşê” hatin rastkirin. Pey nimêja înê li cûrbecûr bajarên Misrê xelk li ber îdara cûntayê meşiya.

Li hinek herêmên paytext Qahîrê û Îskenderiyye, Ğerbîyye, Dîmyat, Suweyş, Benî Suweyf, Mînye, Feyyûm, Şerqîyyeyê meşên li ber derbeyê hatin lidarxistin.

Millet bi alayên Misrê, panqartên sembola Rabîayê û resmên şehîdan meşiyan, ji eskeran xwestin ku dev ji rejîma leşkerî berdin û daxwaza girtina qatilan kirin.

Her wiha protestovanan li ber bihabûna heyatê, birîna ceyranê jî bertek nîşan dan û sloganên “Azadî”, “Edaleta Sosyalê”, “Dinya tarî, zalim hikûmet”, “Zem anîn ser rûn û şekir, mala însanan xera kir” avêtin.

Piştî 3ê Temûza 2013an a derbeya leşkerî li Misrê, digel tedbîrên zêde yên ewlehîyê û midaxeleyên bi xwîn jî protesto dewam dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar