Li Misirê li bajarên muxtelîf şerê navbera protestovan û polîsan dewam dike. Serekcimhûr Muhammed Mursî î’lan kir ku li bajarên Bor Se’îd, Îsma’îliye û Suweyşê mehek rewşa xirab hatiye î’lan kirin. Li gor vê qerarê wê xelq di navbera nehê şevê û şeşê serêsibê nikaribin ji malê xwe derkevin.
Mursî go: “Heger ne ji mecbûrî bûna min nedixwest ku ez qirarên bi vî awayî bidim. Van qiraran ji bo xwîn nerjê û ewlehî bê destxistin hatine sitendin.”
Mursî beyanatên xwe bi vî awayî domande: “Di vê dewra dawî de êrîşên li hember saziyên dewletê bi rûhê şoreş û protestoyên bi aşîtî re li hev nayê. Gelê Misirê ğerîbê van bûyerên şîddetê ne.”
Mursî di beyanata xwe de van bûyeran wek şoreşek li hember şoreşa gel bi nav kir û go: “Parastina welat mesûliyeta herkesîye. Ji ber vê yekê emê bi qerar û di çarçowa qanûnan de mucadele bikin. Divê herkes îhtîrama qerarên mehkemeyan bigre. Ji tu kesî re cûdawazî nayê kirin. Emê bi hêza qanûnê li hember tehdîdên ku berê xwe dane ewlehiya welat mucadele bikin.”
Li gor tê zanîn bi minasebeta salvegera şoreşa gelê Misrê roja înê protesto hatibûn kirin û li bajarê Bor Se’îdê hadise qewimîbûn. Di netîceya van hadîseyan de 74 çar kes mirin.