Li Misûlê di bombebaranê deji zêdetirî 200 siwîlan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Misûla ku hêj lê operasyon berdewam dike di bomberanên kudi nava 24 seatên dawîhatin kirin de ji zêdetirî 200 siwîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor xebera Rûdawê  di êrîşên ku di 24 seatên dawî de ji teref  balafirên şer ve li taxa el Cedîdeya Misûlê hatin kirin de ji zêdetirî 200 siwîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di nûçeyê de her wiha hat diyarkirin doh di bomberana ku hat kirin de 130 siwîlên ku di jêrzemînekê de xwe veşartibûn jiyana xwe ji dest dan û li heman taxê  2 malên din jî hatine hedefgirtin û di wan de jî  nêzî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin di nava wan kesên siwîl ên ku di bombebaranan de hatine kuştin de gelek zarok, extiyar û pîrek hene. Hêj nayê zanîn êrîşa hewayî ji teref balafirên kîjan welatî ve hatine kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin