Li Moroyê Gava Girîng

Komîsyona ku wê ji 15 endaman bê sazkirin, ji bo hukumeta Bangsamoro qanûnên esasî wê binivîsîne.

 Cepheya Xilasiya Îslamî a Moroyê, li Filîpinê di mehên bihûrî de bi hukumetê re “Hevpeymana Aşîtîyê” îmze kiribû. Ji bo Herêma serbixwe a Musulmanan ku wê navê Bangsamoro bê dayînê heşt endam ji bo Komîsyona derbasbûnê hat nîşandan.

Komîsyona ku wê ji 15 endaman bê sazkirin, ji bo hukumeta Bangsamoro qanûnên esasî wê binivîsîne.

Ji îdara Cepheya Xilasiya Îslamî a Moro Muhammed Ameen, beyan kir ku, ji bo komîsyonê heşt navî tespît kirine û di nava endaman de pîrekek, ji bo temsîla civakê kesek, ‘alimek û ji şaxa ‘eskerî a Cepha Xilasîya Îslamî temsîlkarek heye.

Serekê Filîpînê di rojê derbasbûyî de qirar sitandibû ku Komîsyon bê sazkirin.

Di çarçoweya hevpeymana di navbera Musulmanan û Hukumeta Filîpînê de li Cezîra Mindanao wê herêmeke xweser a bi navê Bangsamoro bê damezrandin.

Komîsyon, digel çêkirina qanûna esasî a Bangsamoro wê karibe guherandina qanûnan jî teklîf bike. Ji bilî vê wê ji bo herêm bipêşkeve bernameyên mehellî bên çêkirin. Ji bo destpêkê ji Komîsyonê de 2,44 Milyon dolar butçe hatiye texsîs kirin. Bangaheq
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin