Li Mûşê 14 kesên ku Bylock bikaranîne hatin girtin

Li Mûşê, li dijî kesên ku Bylock bikaranîne operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de di nav de polêsen ji wezîfê hatibû dûrxistin û mamoste jî hene tev de 14 kes hatin girtin.

Li Mûşê di 13ê Îlonê de li hember kesên ku Bylock bikaranîne operasyon hat kirin. Di encama operasyonê de ji 22 kesên ku hatin binçavkirin, 14  kes hatin girtin.

Di daxuyaniya  ku ji teref Walîtîya Mûşê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Operasyon li hember endamê rêxistina bi sîleh û terorî ya FETO-PDYê hatiye lidarxistin. Ji bo kesên bernameya ByLock ya bişîfre bi kar anîne û di nav de polêsên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin û mamoste jî hene ji bo girtina wan xebat hat kirin. Di 13ê Îlona 2017an de di heman demê de operasyon hat lidarxistin. Bi tevahî 22 kesên kû biryara girtina wan hatibû dayin hatin binçavkirin. 14 gumanbarên ku sewqî  Serdozgeriya Komarê ya Muşê hatin kirin hatin girtin, 6 kes bi şertê kontrole, 2 kes jî pîştî ku li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin serbest hatin berdan. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e