Li Mûşê pevçûna çekdarî: 5 mirî 8 birîndar

Di pevçûna ku li Mûşê ji ber nîqaşa erdan derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Pageya Mûşê di navbera 2 koman de ji ber zeviyan  pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna ku derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh li Pageya gundê girêdayê navendê Mûşê di derdora seat 07.00an de di navbera 2 malbatan de  pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 5 kesên bi navê Nevzat Gün, Sadık Ağkan, Yücel Gün, Fevzi Gün û kesekî navê wî nediyar  jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên bi navê M. Halit Gün, Kasım Ağkan, Sinan Ağkan, Abdulhalık Ağkan, Gülten Gün, Yüksel Gün, Servet Gün û kesekî navê wî nediyar birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin