Li Myanmarê Wehşeta Bûdîstan

Li Myanmarê li bajarê 130 hezar nifûsî ya Laşiyoya çiyayî, ev du roj e ku li muslumanan êrîşên çeteyên bûdîstên hov û wehşî dewam dikin.

Li Myanmarê li bajarê 130 hezar nifûsî ya Laşiyoya çiyayî, ev du roj e ku li muslumanan êrîşên çeteyên bûdîstên hov û wehşî dewam dikin. Li gorî xeberên ji herêmê, keşeyên bûdîst jî di nav van çeteyan de ne û bi wan re êrîşî muslumanan dikin.

Zulm û wehşeta bûdîstan, li ber çavê alemê tê rastkirin. Musluman tên qetilkirin, mal û namûsa muslumanan tên talankirin. Lê ne ji alema Îslamê ne ji cemiyeta cîhanê, tu deng dernakeve. Bûdîstên har jî ji vê bêdengiyê cesaret digirin.

Êrîşkerên bûdîst do na pêr, camiya herî mezin ya li herêmê, êtîmxaneyek û gelek mal û dikanên muslumanan şewitandibûn. Do jî bi motosîkletan li kuçan bi dar û kêran li muslumanan geriyan. Li gorî xebera tûrîstên herêmê, êrîşkerên bûdîst bi amanca kuştinê li muslumanan digerin. Hat gotin ku musluman ji ber şer derbasî herêmên ewletir bûne. Heta niha muslumanek hatiye qetilkirin, 4 kes jî birîndar bûne. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin