Li navçeya Bismila Dîyarbekirê şerê çekdar: 4 mirî

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di navbera du malbatên neyar de bi çekan şer derket, di encama şer de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Li taxa Dumlupinara navçeya Bismilê di navbera malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de bi çekan şer derket.

Di encama şerê ku di navbera malbatên Tekîn ên ji gundê Şêxhemzeya Pasurê û Gumurcuyê ji Hezroyê de pêk hat de Recep Gumurcu û Hisamettên Tekîn li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.

Sedat Tekîn û Meydîn Gumurcu jî bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Bismilê û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku Meydîn Gumurcu (62) û Sedat Tekîn li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno