Li navçeya Erxenî ya Amedê şerê çekdarî: Kesek mir

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê di şerê çekdarî yê di navbera 2 gundên cîran de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Bûyer duh danê êvarê li gundê Selmankoyê ya navçeya Erxeniyê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, nîqaşa devkî ya di navbera şêniyên taxên Çakartaş û gundê Selamankoyê 2 taxên cîran de, ji ber nakokiya axê, di demeke kin de veguherî şerê çekdarî. Di şer de gulle li serê S.K. (46) ket û bi giranî birîndar bû.

Bi girtina xeberê re ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî herêmê hatin kirin.

S.K ê bi giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê û tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Dema ku cenazeyê S.K yê bê can ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî, cendirmeyan gumanbarek binçav kirin.

Dengê Xana Axpar

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye