Li navçeya Hezexê ya Şirnexê şerê çekdarî: 1 mirî 8 birîndar

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di şerê çekdarî yê navbera du koman de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Turgut a navçeya Hezexê ya Şirnexê ji ber nakokiya erd di navbera her du koman de nîqaş derketibû û veguherî şerê çekdarî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di navbera malbatên Şen û Ûl ên ku li navenda navçeya Hezexa Şirnexê dijîn de ji ber nakokiya erd nîqaş derket û piştî wê zîvirî şerê çekdarî. Di şerê çekdarî yê ku ji ber lihevnekirina li navenda navçeyê Taxa Turgutluyê derket de 1 kes mir û 8 kes jî birîndar bûn.

Di pevçûnê de H.U. li cihê bûyerê mir.

Yên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên Şirnex, Hezex û Cizîrê.

Li navenda navçeyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin, hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de gelek kes hatine binçavkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin